BI DERKETINA PKK RE TOVÊN AZADIYÊ ŞÎN BÛN

Endama Desteya Serokatiya Giştî ya Koma Civakên Kurdistanê Sozdar Avesta 40’î ya damezrandina berxwedana PKK’ê nirxand û got:

Di şexsê Rêber Ocalan de dixwazin partiya me PKK’ê û gelê me teslîm bigirin.

Lê bi derketina PKK’ê tovên azadiyê li xaka Kurdistanê şîn bû.

Endama Desteya Serokatiya Giştî ya Koma Civakên Kurdistanê Sozdar Avesta bi wesîleya salvegera 40’î ya damezrandina PKK’ê ji Firatê re axivî.

Avesta salvegera 40’î ya damezrandina PKK’ê li Rêber Ocalan, malbatên şehîdan berxwedêrên zindana, lêgerînerên azadiyê û jinên Kurd ên fedakar pîroz kir.

Avesta diyar kir, her kêliya 40 salên bihurî bi ked û xwîna mirovên leheng ên xwe bi felsefeya Apoyî xemilandin, derbas bû û got:

Di nava têkoşîna bêhempa ya 40 salî de PKK’ê ne tenê pêşengî ji afirandina dîrok û civakeke nû re kir, di heman demê de kir ku gelê me xwe ji nû ve bigihîne dîroka xwe ya qedîm:

Avesta diyar ki rku têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya Rêber Ocalan û PKK’ê bandor li tevahiya civakê kiriye û wiha anî ziman:

Li dijî netwe dewleta mêtinger a Tirk ku hewl dide hêviyên jin û gelan ji holê rake,PKK bi berxwedaneke mezin têkoşiya.

Li dijî bê hêvîtî, bê bawerî û nezanî, bawerî û cesareta hêviya serketinê ava kir.

Sozdar Avesta balkişand li ser biryara Emêrîka ya derheqê lêgerîna 3’ê pêşengên PKK û wiha domand:

Rêberê me 20 sal in tecrîdkirî ye.

Di şexsê Rêber Apo de dixwaze partiya me PKK’ê û gelê me teslîm bigirin.

Biryara dawî ya DYA’yê nîşaneya berbiçav a vê yekê ye.

Nerazîbûna gelê me ya li dijî vê biryara bê exlaqî û bê rûmet, girîng e.

Gelê me yê li Kurdistanê û derveyî welat li partî û pêşengên xwe yên şoreşger xwedî derdikeve.

Avesta her wiha bal kişand ser cihê jinê di nava têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de û got:

Jin li her derê herikîn nava tevgera azadiyê.

Cihê xwe di nava pêngava gerîla ya 15’ê Tebaxê de girtin.

Piştî vê pêngavê jin bi xurtî tevlî nava refên gerîla bûn.

Bi ragihandina yekemîn artêşbûna jinê ya li cîhanê re jin bûn xwedî îrade û hêza xweparastinê.

Endama Desteya Serokatiya Giştî ya Koma Civakên Kurdistanê Sozdar Avesta nirxandina xwe wiha bi dawî kir:

Ji bo em dawî li dagirkeran bînin divê yekîtiya neteweyî bi xurtî were ava kirin.

Pêwîste neyê jibîrkirin ku têkbirina faşîzmê bi vî rengî dibe.

Leave a Reply

Back to top button