Aliyên Lîbî peymana payeyên serweriyê îmze kir

Aliyên Lîbî, duh di dawiya civînên xwe yên li bajarê Bûzinîqa yê Mexribê de, peymana payeyên serweriyê îmze kir.

Peyman bi beşdariya Wezîrê Derve yê Mexribê Nasir Bûrîta, serokê şandeya Parlamenê û serokê şandeya Meclisa Bilind a dewletê hat îmzekirin.

Bûrîta kêfxweşiya xwe bi encamên civînan anî zimên û teqez kir ku sedema serkeftina civînên li Mexribê ew e ku dûrî destwerdanên derve bûn.

Her du aliyên Lîbî bang li civaka navdewletî kir ku encamên civînên Bûzinîqa, weke bingeha çareserkirina aloziya Lîbyayê bibînin.

Tê zanîn, 15 Cotmehê civînên Cinêvê yên ji bo Lîbyayê, yekem car piştî istifaya şanderê NY bo Lîbyayê Xesan Selama di Adara borî de, tên lidarxistin.

Ebdulmecîd Tebûn: Çareseriya yekane hilbijartineke rewa ye

Îro jî, Serokomarê Cezayîrê, Ebdulmecîd Tebûn, derbarê aloziya Lîbyayê axivî û got:

“Çareseriyên biçûk wê ti encamên wê nebin, çareseriya yekane ew e ku hilbijartineke rewa pêk were.

Di encamê de, wê yekser serokwezîrek ji bo welêt were hilbijartin û li gorî destûrê wê hevsengiyek navbera hêzên siyasî de pêk were.

Back to top button