“Dewleta Tirk bi rêya Îslamê sûcan pêk tîne”

Endamên Saziya Olî ya Jinan û Kongerya Civaka Îslamî ya Demokratîk a Kantona Qamişloyê diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker bi navê îslamê sûcan pêk tîne, lê ola îslamê ji van sûcan dûr e. Jinan bang li Konseya Ewlehiyê ya NY û civaka îslamî ya cîhanê kir ku li dijî kirinên dewleta Tirk a dagirker bisekinin.

Endamên Saziya Olî ya Jinan û Kongerya Civaka Îslamî ya Demokratîk a Kantona Qamişloyê der barê sûcên ku dewleta Tirk li herêmên dagirkerî li dijî sivîlan pêk tînin, nêrînên xwe bi par ve kirin.

Endama Saziya Olî ya Jinan Hîbetullah Diblîz diyar kir ku dewleta Tirk bi operasyonên xwe yên li dijî herêmê, armanca wê bû ku civaka Kurdî û civaka azad têk bibe.

Hîbetullah destnîşan kir ku dewleta Tirk bi navê îslamê sûcan pêk tîne, lê ola îslamê ji van sûcan dûr e.

Li gorî Hîbetullah, dewleta Tirk bi van kirinan îsbat kir ku ew rûyî duyem ê projeya DAIŞ’ê ye.

Endama Kongreya Civaka Îslamî ya Demokratîk a Amûdê Cemîla Ismaîl jî hovîtiya dewleta Tirk a çeteyên wê li Serê Kanî û Girê Spî bi bîr xist û got:

“Ew operasyon ji bo guhertina demografiya herêmê hat destpêkirin, em vê yekê şermezar dikin”.

Cemîla Ismaîl jî destnîşan kir ku ji ber van êrîşan gelek kes ji mal û xaka kûçber bûne û hêvî kir ku civaka navneteweyî li kêleka kesên ji malên xwe hatine derxistin, bisekinin.

Endamên Saziya Olî ya Jinan û Kongerya Civaka Îslamî ên Kantona Qamişloyê bang li NY û civaka îslamî ya cîhanê kir ku li dijî kirinên dewleta Tirk a dagirker rawestin.

Back to top button