Rosêl Mehmûd: Gelê me li hember dagirkeran li ber xwe da û dagirkeriyê qebûl nake

Fermandara YPJ’ê ya herêma Firatê Rosêl Mehmûd destnîşan kir ku piştî Dewleta Tirk a dagirker êrîşî sivîlên Serê Kanî û Girê Spî kir, sivîl neçarî koçberiyê bûn û got: “Gelê me yê ku li hember dagirkeran li ber xwe da, dagirkerî qebûl nekir û li hemberî wê her şerî dike.”

Di 9’ê Cotmeha 2019’an de dewleta Tirk û çeteyên xwe êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Di encamê de, gelek komkujî li dijî sivîlan pêk anîn û Girê Spî û Serê Kaniyê dagir kirin.

Ev her du warên ku aramî lê hebû, niha bi heman hişmendiya DAIŞ’ê rojane jin tên kuştin, revandin û destdirêjî li wan tên kirin.

Têkildarî mijarê, fermandara YPJ’ê ya herêma Firatê Rosêl Mehmûd nirxandin kir.

Rosêl da zanîn ku dewleta Tirk bi hinceta ewlehiya welat, tedbîrên xwe girtin û hêzên parastina sînor ava kirin, lê Erdogan li gorî mekanîzmayê û bendên wê tev negeriya û di 9’Cotmeha sala borî de, bi rengekî hovane tevî çeteyên xwe şer da destpêkirin.

Rosêl Mehmûd bal kişand ser vekişanda hêzên Amerîkayê ji herêma di navbera Serê Kaniyê û Girê Spî de jî û got:

Piştî vekişînê, me dizanîbû ku gef wê veguhere êrîşan, ji ber ku planên dewleta Osmaniyan di dîrokê de heya niha xuya ne.

Armanca Erdogan jî zindîkirina xewnên Osmaniyan ye, lê tişta ku nikaribû bike, têkbirina vîna gelan bû.

Gel û QSD’ê bi hev re li dijî êrîşan li ber xwe da û heya niha dagirkeriyê qebûl nake û li hemberî wê her şerî dikin.

Rosêl Mehmûd di dawiyê de anî ziman ku:

Dewleta Tirk wê nekare projeya neteweya demokratîk û jiyana hevbeş têk bibe.

Ev salek gelê Serê Kanî û Girê Spî li ber xwe didin û ew ê heya kêliya dawî jî têbikoşin.

Back to top button