PKK: Komplogeran dixwestin Rêber Apo îmha bikin, qirkirina Kurdan temam bikin

Komîteya Rêveber ya PKK’ê bi wesîleya salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê hêzên komploger lenet kir û banga beşdariya pêngava “Dema Azadiyê ye” kir.
Her wiha PKK’ê bang kir ku bi xurtî tevlî çalakiyên 10’ê Cotmehê ‘Roja Azadiya Ocalan a Cîhanî’ bibin.

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya salvegera 23’an a Komploya Navneteweyî de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

PKK’ê berxwedana Rêber Ocalan silav kir, hêzên komploger lanet kir û şehîdên li dijî komployê jî bibîranî.

PKK’ê êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî jî şermezar kir û diyar kir ku ev êrîşên bi piştgiriya hêzên navneteweyî tên wateya nûkirina komployê.

PKK’ê diyar kir êrîşa Komploya Navneteweyî, ku li ser navê sîstema modernîteya kapîtalîst a kûrewî ji aliyê DYE’yê ve di 9’ê Cotmeha 1998’an de hate destpêkirin, dixwest Rêber Abdullah Ocalan îmha bike û qirkirina Kurd temam bike.

Komîteya Rêveber ya PKK’ê destnîşan kir, komploya 9’ê Cotmehê li ser esasê îmhakirina Rêber Abdullah Ocalan ji bo tasfiyekirina PKK’ê û qirkirina Kurd bigihîne encamê hate destpêkirin û wiha got;

PKK: Îro jî dye û konseya Ewropa sîstema îmraliyê li ser pêyan digirin

“Ev komplo li dijî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e, li dijî demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn e. Êrîşeke herî zalimane û herî neheq e ku di asta sûcê mirovahiyê de ye.”

PKK’ê diyar kir, Komploya 9’ê Cotmehê li ser navê sîstema sermayeya kûrewî ji aliyê DYE’yê ve hatiye plankirin û pratîzekirin û wiha dewam kir;

“22 sal in jî hêza esasî ya li pişt sîstema êşkence û tecrîda Îmraliyê DYE û Konseya Ewropayê ye. Di roja me ye îro de jî ev hêz in ku sîstema Îmraliyê li ser piyan digirin. Lewma jî ev hêz qirkirina Kurdan birêve dibin.”

PKK’ê da zanîn dewleta Tirk ku gardiyanê pêvajoya komployê ye, îro di pêvajoya domandina sîstema êşkence û tecrîda Îmraliyê de mîna tetîkêşekî lê anîne û got;

“Piştî Komploya Navneteweyî û şûn de, hemû rêveberên dewleta Tirk ji aliyê hêzên komploger ve bi armanca serxistina komployê hatine erkdarkirin. Rastiya AKP’ê û Erdogan jî ev e.”

PKK’ê têkoşîna 22 salan ya li dijî komployê bibîr xist û diyar kir ev berxwedana destanî ya ku bi pêşengtiya Rêber Apo û PKK’ê, bi bedelekî zêdetirî bîst hezar şehîd hat meşandin.

PKK: Bi pêngava azadiyê emê hedefa xwe bi serbixin

PKK’ê bi wesîleya sala 23’an a komployê bal kişand li ser pêngava berxwedanê ya ‘Bes e Ji Tecrîd, Dagirkerî, Faşîzmê re! Dem Dema Azadiyê Ye! wiha got;

“Pêngava di 12’ê Îlonê de hat îlankirin, ji aliyê hemû gelê me û mirovahiya demokratîk ve hatiye pejirandin. Hemleya azadiyê ya ji aliyê Tevgera me hatiye pêşxistin, ji her tiştî zêdetir hilweşandina sîstema êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê kiriye armanc.”

Komîteya Rêveber a PKK’ê bal kişand ser pêkanîna azadiya Rêber Apo ya di sala 23’an a têkoşîna li dijî komployê de û wiha bi dawî kir;

“Bi pêşxistina çalakiyan yên li Kurdistanê û cîhanê jî nîşan didin ku em ê hedefa xwe serbixin. Li ser vî bingehî em bang li jin, ciwan û hemû gel û dostên xwe dikin ku bi xurtî tevlî hemleya me ya ‘Dem Dema Azadiyê Ye’ bibin, di 10’ê Cotmehê de li her qadê xurtî tevlî çalakiyên ‘Roja Ji Rêber Apo re Azadî’ bibin!”

Back to top button