Dewleta Tirk a dagirker her ku diçe êrişên xwe li ser herêmê zêde dike. Dagirkeran gundên navçeya Şera ya kantona Efrînê ya dagirkirî topbaran kirin.
Li gorî hatî ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Şewarxa, Kela Şewarxa û Meranaz ên navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî topbaran kirin.
Her wiha heta niha nêzî 18 top li wê herêmê ketine.
Di encama topbaranê de gelek zirarên madî çêbûne.