Şêniyên navçeya Şedadê cenazayên şehîdên QSD’ê Hesen El-Hisên û Îbrahîm El-Nezal bi merasîmekê oxir kirin.
Şêniyên navçeya Şedadê bi merasîmekê herdu şehîd oxir kirin.
Di merasîmê de kesên axivîn, bal kişandin ser fedakariyên şehîdan û rola wan di parastina ewlehî û îstîqrara herêmê de.
Soza berdewamkirina rêya şehîdan heta serkeftinê hat dayîn û ev tişt hat gotin:
Şehîd sembola hêz û îradeya gelan in.
Hevgirtina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çeka herî aktîf a li hember êrişên li ser herêmê ye.
Piştî axaftinan wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û radstî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyên şehîdan li Goristana navçeyê hatin veşartin.