Li Şehbayê komxebatek derbarê Peymana Lozanê hate lidarxistin

Koordînasyona Partiyên Siyasî yên Şehba û Efrînê bi armanca nîqaşkirina Peymana Lozanê, komxebatek diyalogî li Şehbayê lidarxistin.
Di komxebatê de sê xal hatin nîqaşkirin û bi encamnameyekê bi dawî bû.

Derbarê 100 saliya Peymana Lozanê komxebat û civîn têne lidarxistin.

Îro jî, li Şehbayê komxebatek diyalogî ji bo nîqaşkirina Peymana Lozanê hate lidarxistin.

Komxebat li Kampa Serdem a Şehbayê bi beşdariya endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî û şêniyên Şehbayê pêk hat.

Di komxebatê de, sê xalên girîng hatin şîrovekirin û li ser wan nîqaş hate kirin.

Her wiha gelek kes di komxebatê de axivî û îşaret bi bandoriya Peymana Lozanê li ser tevahî gelan.

Di komxebatê de bal hate kişandin ser şoreşa 19’ê Tîrmehê ku guherînên mezin bi xwe re anî.

Komxebat bi endamnameyekê bi dawî bû û ji xalên wê yên sereke ew e ku gelê herêmê li dijî her cure êriş û planan yekîtiya xwe xurt bikin û asta têkoşînê bilind bikin.

 

Back to top button