Amerîka cezayê heta hetayî da çeteyekî DAIŞ’î

Amerîka çeteyê DAIŞ’ê Mîrzad Kandîc yê karê propaxanda, leşkerî û bazirganiyê bo DAIŞ’ê dikir, ceza kir.
Çete Kadic wê heta heta di girtîgehê de bimîne.
Ev çete di navbera Kosova, Tirkiye û Suriyê de piştevaniyek bihêz daye zîhniyeta kujer ya DAIŞ’ê.

Li Amerîka çeteyê DAIŞ yê bi navê Mîrzad Kandîc bi heta hetayê mehkumî zîndanê hate kirin.

Kandîc di nava DAIŞ’ê de pir aktîf rol lîstiye û tê zanîn li Iraqê jî di gelek êrişên teqemeniyan de cîh girtiye.

Di meha Adarê de li navçeya Remada ya Anbarê êrişek pêk anîbûn û 17 leşkerên Iraq’ê hatibûn kuştin.

Li gora çapemeniya cîhanê Kandîc di wan çalakiyan de jî rol lîstiye.

Kandîcê ku 40 salî ye, berê nîştecihê bajarê New York yê Amerîka bû.

Ew bi eslê xwe xelkê Kosovayê ye.

Bi armanca tirsandin û propagandayê bi hezaran dîmenên hovîtiya çeteyan belav kiriye.

Dadgeha Federal ya Brooklyn, Mîrsad Kandiç bi sucê tevlîbûna çeteyên DAIŞ, leşkerî, bazirganî û di warê propaxanda de ji ber aktîv rol girtîbû bi cezayê heta hetayê mehkûm kir.

Çeteyê DAIŞ Mîrzad Kandîç çuyîn û hatin, birin û anîna çeteyan û pêwîstiyên wî li ser rêya Tirkiye, Bosna Hersek, Sûriyê pêk aniye.

Di biryara dadgehê de tê gotin, Kandîç ji bilî belavkirina propaganda DAIŞ heman demî pere, çek, amûr û nasnameyên sexte ji çeteyan re şandine.

Sala 2014’an li Stenbolê û metropolên Tirkiyê jî maye û li wir aktîf kar kiriye.

Rêveberiya Xweser banga piştevaniya bo darizandina DAIŞ’iyan dike

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 10’ê Hezîranê ragihandibû ku wê dest bi darizandina çeteyên DAIŞ’ê bikin.

Rêveberiyê bang li Koalîsyona Navneteweyî, NY û Rêxistinê peywendîdar kir ku bi awayekî erênî beşdar bibin û destekdayînê di hemû astên darizandinê de pêşkêş bikin.

Lê tevî welatên cîhanê metirsiya DAIŞ’ê qebûl dikin lê di warê darizandina wan li ser xaka sûç kirîn de xemsar nêz dibin.

Back to top button