Rêveberiya Xweser dê çeteyên DAIŞ’ê bidarizîne

Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê ragihand ku biryar daye dê çeteyên DAIŞ’ê yên di girtîgehên li herêmê de bidarizîne.
Her wiha diyar kir ku divê ji bo darizandina çeteyan dageheke navneteweyî jî were avakirin.

Di cîhanê de hate dîtin ku çawa QSD’ê şerê rêxistina DAIŞ’ê ya terorê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û di aliyê erdnîgariyê de ew têk bir.

Li baregeha dawîn a rêxistina DAIŞ’ê zêdetirî 10 hezar çeteyên rêxistina terorê hatin girtin.

Ew jî niha di girtîgehên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ne.

Her wiha bi deh hezaran endamên malbatên wan hene ku piraniya wan zarok û jin in û di kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dijîn.

Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyeke nivîskî biryar da ku ew ê çeteyên DAIŞ’ê darzînin.

Di daxuyaniya Rêverberiya Xweser de wiha hate gotin: Piştî şerê Baxozê, Rêverberiya Xweser bang li civaka navneteweyî dike da ku erkên xwe diçareserkirina dosyaya çeteyên DAIŞ`ê yên li gel wê de pêk bîne.

Her wiha însiyatîf ji dewletên pêwendîdar û rêxistinên hiqûqî û navneteweyî re ji bo avakirina dadgeheke navneteweyî û darizandineke navneteweyî, pêşkêş kir.

Ew jî ji bo çeteyên DAIŞ`ê li gorî belgeyên li gel rêveberiyê ku sûcên terorê bi hevkarên xwe re li dijî şênî û pêkhateyên herêmê pêk anîne, werin darizandin.

Îro jî tevî zehmetiyên mezin û pêvajoya girîng û hesas û barê mezin ku li ser mile Rêveberiya Xweser e, ji ber wan sûcdaran di girtîgehên xwe de dihewîne bêyî ku têkildarî sûcên li dijî bê-gunehan pêk anîne, werin darizandin.

Rêveberiya Xweser: Rewşa heyî bi vî şiklî dewam nake

Rêveberiya Xweser diyar kir ku nepêşkêşkirina wan sûcdaran ji edaletê re li dijî qanûn û pîvanên navneteweyî ye, her wiha mayîna wan bi vî awayî xetereya li ser ewlehiyê, zêde dike.

Ji ber vê yekê pêwîste civaka navneteweyî guh bide bangên Rêveberiya Xweser, da ku welatiyên xwe di nava rêxistina terorê de wergirin maf bi cih anîn, edalet ji mexdûran re bê dayîn û edaleta civakî pêk were.

Em bi bangên xwe yên ji civaka navneteweyî re, ji bo avakirina dadgeheke navneteweyî, bi israr in.

​​​​​​​ ​​​​​​”Divê koalîsyona navneteweyî û saziyên têkildar destekê bidin”

Rêveberiya Xweser dawiya daxuyaniyê, bang li Koalîsyona Navneteweyî, NY û Rêxistinê peywendîdar kir ku bi awayekî erênî beşdar bibin û destekdayînê di hemû astên darizandinê de pêşkêş bikin.

Back to top button