Kongra Star a Qamişlo li ser xetereya qirêjiya plastîkê û çawaniya sînordarkirina xetereyên wê semînerek da.
Semîner bi navê “Plastîk dijminê jîngehê ye” li navenda PYD a Qamişlo hate dayîn.
Endama Gerînendetiya Jîngehê ya Qamişlo Hêlîn Hisên semîner da.
Di semînerê de, bandora plastîkê li ser jîngehê, pênasekirina qirêjiya plastîkê, rêbazên sînordarkirina wê, hewldanên li herêmê û cîhanê yên ji bo sînordarkirina qirêjiya plastîkê hatin nîqaşkirin.
Hêlîn Hisên li ser qirêjiya plastîkê got:
“Kombûna qirêjiya plastîka çêkirî di jîngehê de bareke mezin çêdike.
Piştî heliya jî madeyên xeternak çêdibin, jîngehê qirêjî dike û nexweşiyên xeternak li ser tevahî zindiyan çêdike.”
Rêbazên sînordarkirina qirêjiya plastîkê
Hêlîn rêbazên sînordarkirina qirêjiya plastîkê şîrove kirin û got: Divê siyasetên tund ên pêçandina kel û pelan bi plastîkê di hundirê kargehan de werin ferzkirin, her wiha bac li ser bikaranîna tûrên plastîkê were birîn.
Divê di malan de çop û madeyên plastîk ji hev werin cudakirin.
Hêlîn bang li welatiyan kir ku jîngehê biparêzin û qirêjî nekin û got: “Em li vir dijîn, divê em jîngeha xwe paqij bikin.