Cenazeyê Gerîlaya YJA-Starê Hamiyet Yalçinkaya li Amedê hate veşartin

Gerîlaya YJA-Starê Hamiyet Yalçinkaya (Leyla Amed) di 11’ê Adarê de li herêma Bestayê ya Şirnexê de şehîd bû. Cenazeyê wê ji goristana bêkesan hate wergirtin û li Amedê di bin dorpêça leşkeran de hate veşartin.

Malbatê ji bo cenaze nimûneya DNA’yê dabû.

Piştî ku nimûneyên DNA’yê wekî hev derketin, cenazeyê Şehîd Hamiyet hate wergirtin.

Malbatê 22’ê Gulanê cenazeyê wê ji goristana bêkesan wergirtin û ber bi navçeya Bismilê ya Amedê ve bi rê ketin.

Gora ku berê hatibû kolandin ji aliyê polîsan ve hate girtin.

Polîsan hincet nîşan dan ku qeyda Şehîd Hamiyet li Taxa Tepecîk a navenda navçeya Bismilê ye.

Malbatê cenazeyê gerîlaya YJA Starê birin gundê ku lê ji dayik bû.

Lê vê carê jî Taxa Tepecîkê û goristan ji aliyê leşkeran ve hate dorpêçkirin.

Cenaze di bin dorpêça leşkeran de hat definkirin.

Di merasîma cenaze de xizmên Hamiyet, endamên DBP’ê û Partiya Çepên Kesk amade bûn.

Back to top button