Rûsya: Me 76 zarokên DAIŞ’ê vegerandin komara Daxistan a rûsî

Desteya dij-Terorê ya Rûsî ya netewî ragihand, desthilatdarên Rûs 76 zarokên ku dê û bavê wan DAIŞ’iyên li herêmên şer ên Sûriyê û Iraqê bûn, vegerandin komara Daxistan a Rûsî.

Rêveberê Desteya dijterorê ya netewî ya Rûsî Îgor Sîrot-kîn diyar kir ku desthilatdar kar dikin ji bo rewşa van zarokan di civakê de asayî bikin û got:

Em ê li ser misogerkirina mafên wan ên tenduristî, perwerdehî û parastinê bixebitin.

Berya niha Wezîrê derve yê Rûsyayê Sêrgî Lavrov tekez kiribû ku Rûsiya li gel welatên komeleya dewletên serbixwe, ji bo vegera welatiyên wan li Sûriyê û Iraqê, kar dikin.

Leave a Reply

Back to top button