Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jin tevî gef û zextên dewleta Îranê jî bi biryar in li gor ferzkirinên hîcabê tevnegerin û dibêjin, “Bi ceza û gefê wê bi ser nekevin.”
Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Îran û Rojhilatê Kurdisatnê û Îranê dewam dike û rewşa civakê di gelek aliyan de hatiye guhertin.
Bi destpêkirina serhildanê êdî jin li cihên giştî hîcaba xwe derdixin li gorî daxwazên xwe kincan li xwe dikin.
Çalakvana mafên jinan û nivîskarên jin behsa gef û zoriyên li wan tên kirin, kirin û gotin:
Civak hatiye guhertin, roj bi roj em li cihên giştî yên wek zanîngeh, kolan û qehwexaneyan hevgirtina jin û mêran piştevaniya hev dibînin.
Ji aliyê zagonan û siyasî ve her roj em di nava civakê de rastî astengî, ceza û gefan tên.
Hebûna me jinan di hemû qadên jiyanê de girîng e.
Dewleta Îranê nikare jinan kontrol bike.
Dema em hemû bi hev re derkevin derve û mil bi mil bi kincên xwe yên xwebexş derkevin, tu qanûn û hikûmet nikare zorê li jinan bike û dê bi ceza û gefan bi ser nekeve.