Komîsyona Ziman, Perwerde û Çand ya KNK’ê Cejna Zimanê Kurdî bi daxuyaniyekî piroz kir û got:
“Ziman mercê yekem ê hebûn û rûmeta me ye.”
Îro 15’ê Gulanê ye cejna zimanê Kurdiye…
Bi vê wesîlê komîsyona Ziman, Perwerde û Çand ya KNK’ê daxuyaniyek weşand.
KNK’ê di destpêka daxuyaniya xwe de ev roj li gelê Kurd pîroz kir û got:
“Îro piştî 100 salên parçebûna Kurdistanê, rewşa her parçekê cûda ye.
Van salên dawiyê li bakurê Kurdistanê sazî û dezgehên ziman yên ku hatibûn vekirin, ji aliyê desthiladariya AKP-MHP û dewleta Tirk a faşîst ve hemû hatin qedexekirin û girtin.
Ev asîmîlasyonê bi destê sazûmaniyên desthilatdar dest pê kiriye, lê mixabin em jî, di mal û nava malbatên xwe de vê asîmilasyonê bi xwe, bi destê xwe didomînin”.
KNK’ê rewşa zimanê Kurdî li Rojhilat, Rojava û Başurê Kurdistanê jî nirxand û wiha domand:
Li Rojhilatê Kurdistanê zimanê Kurdî zimanê bindest e. Çanda wê jî di metirsiyê de ye. Mixabin ji alî dewleta Îranê bi hemû awayî tê qedexekirin û sivik kirin. Rewşenbîrî û wêjeya kurdî ketiye bin bandora zimanê serdestê farisî. Li Rojavayê Kurdistanê, tevî şoreş û berxwedanê, Ziman û çand û mediya û perwedeya fermî ya rêveberiyê baş dimeşe. Lê hînjî gelek kêmasî hene. Li Başûrê Kurdistanê di astekî jorde perwerdeya zimanê Tirkî û Îngîlîzî heye ev xetereke mezine û dibe sedemê kêmkirina îrade û hez û lawaziya hesta neteweyî û niştîmanî”.
Komîsyona Ziman, Perwerde û Çand ya KNK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de got:
“Zimanê Kurdî hebûna me ye!
Zimanê Kurdî nasnameya me ye!
Zimanê Kurdî rûmeta me ye!
Bila Cejna Zimanê Kurdî li hemû Kurd û Kurdistaniyan pîroz be!”