LI PARLAMENTOYA SWÊDÊ DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK LI SER BAŞÛRÊ KURDISTANÊ HATIN NÎQAŞKIRIN

Zextên Hikumeta herêma Başûrê Kurdistan û êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên ser xelkê Başûrê Kurdistanê li Parlementoya Swêdê bi panelekê hate nîqaşkirin.
Parlementerên Swêdê êrîşên dewleta Tirk li ser başûrê Kurdistanê rexenkirin û diyarkirin ku ew ê mijarê bînin rojeva palementoyê.

Parlementoya Swêdê li dijî dagrkeriya dewleta Tirk û êrîşên wê li ser Başûrê Kurdistanê panelek lidar xist.

Di panelê de gelek Parlementerên Partiyên li Swêdê û rojnamegerê ji Başûrê Kurdistanê Şerwan Şerwanî, Berdevka Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) Tara Hisên amade bûn.

Rojnameger Şerwan Şerwanî di panelê de axivî û diyar kir ku Tirkiyeyê li Başûrê Kurdistanê tevgereke dagirker daye destpêkirin.

Zagonên cezayê yên ku rejîma Seddam li dijî Kurdan dikir, îro jî Rêveberiya Herêma Kurdistanê li dijî çalakger û xwepêşanderan dixe meriyetê.

Lê Swêd û Yekîtiya Ewropayê li hemberî vê bêdeng in.

Çalakger Tara Huseyîn jî dazanîn ku zextên li Başûrê Kurdistanê ji medyayê û cîhanê tê veşartin û ev tişt anî ziman:

Dema ku em niha li vir diaxivin, Tirkiye bombebaran xwe li ser Başûrê Kurdistanê didomîne.

Divê Swêd li hemberî van êrîşan helwesta xwe diyar bike.

Piştre Parlemeterên Partiya Çep, Partiya Karkerên Sosyal Demokrat, Partiya Lîberal axivîn û wiha gotin:

Kurd ne tenê li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê, li hemberî zext û êrîşên Tirkiye, Sûriye û Îranê jî li ber xwe didin.

Niha jî dewleta Tirk êrîşî Başûrê Kurdistanê dike.

Xelek li welatê xwe wekî penaberan li wan hatine.

Wan dikujin malên wan dirûxîne.

Parlementeran gotin ji bo bidawîkirina dagrkeriya dewleta Tirk wê vê miajrê bîne rojeva parlementê.

Me gelek caran bi awayekî cidî dagirkerî û êrîşên Tirkiyê li ser Efrînê jî rexenkiriye û xistiye rojeva Netewên Yekbûyî.

Leave a Reply

Back to top button