16 ÇETE Û 17 LEŞKERÊN REJÎMÊ LI GUNDEWARÊ HEMAYÊ HATIN KUŞTIN

Şerê rejîma Sûrî û çeteyên opozîsyonê li gundewarê Hemayê didome.
Di encamê de, 40 çete û leşkerên rejîmê hatin kuştin.
Bêhtirî 800 êrîşên asmanî jî herêma bêçek kirin armanc.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku îro balafirên rejîmê 75 êrîşên asmanî pêk anîn.

Ev êrîş li Xan Şêxûn, Midaye, Abdîn, Hibêt û Kefer Cecna li başûrê gundewarê Idlibê û Kefer Zîta, Morek û Latamna û derdora Zekatê li bakurê gundewarê Hemayê bûn.

Li gorî çavdêriyê, di şerê asmanî û bejhaî yê duh êvarî de û heta niha 23 kes hatin kuştin di nav de 16 çeteyên dewleta Tirk.

Her wiha 17 leşkerên rejîmê jî hatin kuştin.

Çavdêriya Sûrî diyar kir ku balafirên rejîmê 50 bermîlên teqîner bi ser Hîş, Rekaya û Neqîr li başûrê Idlibê û Kefer Zîta û Latamna li bakurê Hemayê berdan û yên Rûsî jî 44 êrîşên asamnî pêk anîn.

Her wekî, rejîmê 700 mûşek bi ser gundewarên Hema, Idlib û çiyayên peravê û hinek deverên gundewarên Helebê de avêtin.

Leave a Reply

Back to top button