Dewleta Tirk a dagirker bi qutkirin û kêmkirina ava çemê Firatê ve jiyana bi milyonan kesî xistiye xeteriyê.
Gerînendeyê Bendava Rojava Hemod El Hemadîn dazanîn ku ji ber qutkirina ava çemê Firatê rêjeya gola Bendava Rojava 4 metre kêm bûye û niha Bendava Tişrînê rojane 17 saetan disekine û tenê 7 saetan dixebite.
Her wiha El Hemadîn bang li şêniya kir ku rewşa herêmê ber çav bigirin.
Dagirkeriya Tirk êrîş û siyasetên qirkirinê li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne.
Qutkirin û dizîna para Sûriyan ji ava çemê Firatê yek ji wan siyasetane.
Têkildarî mijarê gerînendeyê Bendava Rojava Hemod El Hemadîn ji ajansa Hawarê re axivî û ev tişt anî ziman:
“Ava çemê Firatê ji sedî 75 kêm bûye ev yek nêzî 10 mehan bê navber dewam dike.
Ava ji Tirkiyê ve tê, ji nîvê rêjeya hikumeta Şamê û dewleta Tirk diyar kiriye, kêmtir e.”
Hemod El Hemadîn da zanîn ku qadên herî zirar dibînin kehrebe, avdanî û ava vexwarinê ne û wiha axivî:
Ava bendava Rojava 4 metre kêm bûye
“Rêjeya gola Bendava Rojava 4 metre kêm bûye û gola bendava Firatê ya mezin jî niha 6 metre kêm bûye.
Kêmbûn avê û bikaranîna ava golan metirsîdare, çem veguherandiye çîrav ev yek jî herî zêde li Dêrazor û Reqayê tê dîtin”.
Hemo El Hemadîn li ser rewşa dayîna kehrebeyê jî got:
Bendava tişrîn dewsa 17 saet tenê dikare 7 saet kehrebe bide
“Niha Bendava Tişrînê dewsa 17 saet karbike ji ber qutkirina avê niha rojê 7 saetan tenê kar dike.
Li şûna pêxistina 6 turbînan, tenê 2 torbînên bi 140 megawatt tên bikaranîn.
Ji xwe xebitîna 2 turbînan têrê nake, ji ber ku pêdiviya herêmê bi zêdebûna kehrebeyê heye û nexebitîna Bendava Tişrînê, tê wateya herêm bê kehrebe bimîne.”
Di dawiyê de Hemod El Hemadîn diyar kir ku rêveberî niha xebat ji bo parastina ava vexwarinê ku pêwistiyek sereke ye û ji bo dayîna kehrebeyê didomîne.
Her wha Hemod El Hemadîn bang li şêniyên li heremê kir ku rewşa herem li berçavan bigrin û ava heyî jî bi baldar karbînin.