Dewleta Tirk a dagirker ev demek ji bo êrişeke nû ya dagirkeriyê li ser Bakûr û Rojhilatê Sûrî bike hinceta digere.
Hemwextê van hewildanên Tirkiyê Amerîka bi daxuyaniyeke ragihand ku wê Tirkiye Êrişê Başûrê Kurdistan û Rojava bike.
Balyozxaneya Amerîka yê Hewlêrê duh li ser hesabê xwe yê Twîtterê ji bo welatiyên xwe yên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek hişyariyê da
Balyozxaneyê diyarkir ku li gorî çavdêriya raporên wan ê pêbawer, artêşa Tirkiyê di nava çend rojên pêş de wê dest bi operasyonek nû li dijî Rojavayê Kurdistan û herêma Başûrê Kurdistanê bike.
Balyozxaneyê welatiyên xwe hişyarkir daku li Iraq û Suriyeyê nêzî herêmên sînorî nebin, bi hişyarî tevbigerin û zêde dernekevin.