Çalakvanên Qeladizê: Divê biryara herêma dijî firînê pêk were

Welatiyên bajaroka Qeladizê ya ser bi îdareya Raperînê daxwaz kirin ku li dijî êrişên hewayî yên dewleta Tirk û Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê biryara herêma ‘dijî firînê’ pêk were .

Çalakvanê medenî Qadir Ehmed ê ji Qeladizê êrişên hewayî yên dewleta Tirk şermezar kir û got:

“Divê biryara herêma dijî firînê pêkwere.

Êdî rê neyê dayîn qada hewayî ya Herêma Kurdistanê were derbaskirin.”

Çalakvanê ji Qeladizê Elî Qadir jî destnîşan kir ku Tirkiye ji bêdengiya civaka navneteweyî derfetan dibîne û lewma çekên kîmyawî bikar tîne .

Elî Qadir diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gerîlayên azadiyê çekên kîmyawî li ber çavê cîhanê bi kar tîne û wiha axivî :

“Em daxwazê dikin ku biryara herêma dijî firînê pêk were û rê neyê dayîn dagirker êrişên hewayî li ser xaka Başûrê Kurdistanê pêk bînin.”

Back to top button