Îro amadekariyê lidarxistina Komxebata Duyemîn a Eşîrên Sûriyê bi dawî bû û sibe wê komxebat li Hesekê li dar bikeve.
Bi sponseriya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro komîteya amadekar amadekariyên lidarxistina Komxebatê bi dawî kirin.
Komxebat bi slogana “Mayîndekirina Rêveberiya Xweser-Xurtkirina Hêzên Sûriya Demokratîk” wê sibe li bajarê Hesekê dest pê bike.
Tê payîn ku zêdetirî 6 hezar û 300 rûspî û şêxên eşîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha rûspî û şêxên eşîrên ji tevahiya Sûriyê beşdar bibin.
Endamê komîteya amadekar a komxebatê Sabit El Cewher derbarê mijarê de axivî û got:
“Armanca komxebatê mayîndekirina rêgeza Rêveberiya Xweser e.
Û peyamek e ji bo hundir û derveyî Sûriyê ku hemû eşîr, qebîle û pêkhateyên herêmê li kêleka Rêveberiya Xweser û QSD’ê in.”



