Artêşa Tirk gundên Kobanê, Til Temir û Eyn Îsa topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Til Temir, Kobanê û Eyn Îsayê bi dijwarî topbaran û bombebaran kir.

Artêşa Tirk a dagirker roj derbas nabe ku êrişan pêk nayîne.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Baxdikê û Deve Mixar yê Kobanê topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker gundê Seyda û rêya M4 ên rojhilatê Eyn Îsayê bi dijwarî topbaran kir.

Dagirkeran aliyê rojavayê navçeya Eyn Îsayê jî topbaran kir.

Li gorî agahiyan, rojavayê navçeyê bi sivîlan dagirtî ye.

Her weha balafireke bêmirov a dagirkeriya Tirk, gundê Uca yê navçeya Til Temirê jî bombebaran kir.

Hat zanîn ku di encamê de zirarên madî çêbûne.

Back to top button