Li ser asta Cîhanê weke yek ji şaredarên herî serkeftî Leyla Mistefa hat hilbijartin

Piştî ji dagirkeriya DAIŞ’ê hate rizgarkirin, yek ji wan kesan ku herî zêde keda da jinûve avakirina Reqayê.
Jineke Kurd a 33 salî ye.
Li kêleka wê hevserokek ji pêkhateya Erebî heye.
Ev rastiyeke pir hêja ye ku nîşanyeya hevgirtina gelan e..
Bi van gotinan pênaseya Hevseroka Şaredariya Reqayê Leyla Mistefa hate kirin..
Ji ber kar û xebatên xwe, Leyla Mistefa hêjayî xelata baştirîn şaredarên cîhanê yên sala 2021’an hate dîtin.

Sala 2017’an piştî ku Reqayê ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk ve hate rizgarkirin, rewşeke wêrankirî derket holê.

Wisa lê hatibû ku li vî bajarê kevnar, derfetên jiyana mirovan nemabûn.

Li her deverê şopênên hilweşînê.

Bi deh hezaran kes neçar mabûn cih û warên xwe berdin.

Di nava rewşeke wiha a zor de Meclisa Sivîl a Reqayê hate avakirin.

Û yek ji hevserokên wê jina Kurd Leyla Mistefa bû.

Jina 33 salî ku bi xwe muhendise, ji bo avakirina bajêr kedeke mezin da.

Bi hatine sala 2020’an re êdî guhertineke mezin li vî bajarê wêrankirî pêk hat.

Ji ber vê keda wê, Leyla Mistefa weke yek ji şaredarên herî serkeftî yên li ser asta cîhanê hate dîtin.

Ji nava sed hezaran şaredarî, weke jina herî serkeftî hate pênasekirin.

Di nava 9 şaredaran de bû yekane jina herî bi bandor.

Lewma ji guhertinên bingehîn ku îro li Reqayê pêk hatine, rola Leyla Mistefa weke a herî bi bandor tê binavkirin.

Li gel xebatên wê yên xizmet û avakirin, hevgirtina wê ya li gel pêkhatiyên bajêr jî weke mînaka piştgirî û yekîtiya gelan hate pênasekirin.

Tevî derfetên kêm û xemsariya civaka navneteweyî jî Leyla Mistefa ji bo zindîkirina jiyana li Reqayê bi biryar e.

Ji ber van taybetmendiyan, Komîteya Rêveber a merasîma xelatkirina baştirîn şaredaran a 2021’an wiha pesnê Leyla Mistefa da:

Jineke Kurd e. Xwedî bîr û baweriye. Mîna lîderekê dikare hemû beşên civakê bîne cem hev.

Back to top button