LI DÛMAYA SÛRÎ, ÇEKÊN KÎMYAWÎ HATIBÛN BIKARANÎN

Rêxistina qedexekirina çekên kîmyawî ya Neteweyên Yekbûyî ragihand ku çavdêrên wan bikaranîna çekên kîmyawî nîsana 2018’an li Dûmaya Sûrî, piştrast kirine.

7’ê Nîsana 2018’an, êrîşeke kîmyawî li Dûmaya Sûrî pêk hat û di encama wê de bi dehan kes mirin.

Wê çaxê li dijî vê yekê, Emerîka, Brîtaniya û Fransa bi rêya maşokan êrîşî bargehên rejîma Sûrî kirin.

Washington û hêzên Ewrûpayê, berpirsyartî xist stûyê rejîma Sûrî..

Lê rejîmê jî ev yek red kir.

Nîsana 2018’an, çavdêrên rêxistina qedexekirina çekên kîmyawî, dest bi lêpirsîna û lêkolîna li Dûmayê kirin.

Rêxistinê li ser encamê bi dest xistiye, daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

Çekên li Dûmayê hatine bikaranîn, çekên kîmyawî bûn û gazên klorê têde hebûn.

Li gorî gelek çavkaniyan, di encamê de nêzî 40 kes miribûn.

Leave a Reply

Back to top button