Piştî ku şervanên QSD’ê duh operasyona dawîkirina DAÎŞ’ê dan destpêkirin, şervanan girê Baxozê kontrol kir û cebilxaneya çeteyên DAÎŞ’ê teqand.
Şervanên QSD’ê piştî ku doh li Baxozê ti sivîl neman, di saet 18:00’an de dest bi oparasyona dawîkirina çeteyan kirin.
Di saetên şevê de li Baxozê di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAÎŞ’ê de şerekî dijwar pêk hat.
Şervanên QSD’ê girê Baxozê kontrol kirin û cebilxaneya çeteyan teqandin.
Û 6 nuqte ji çeteyan paqij kirin.
Navenda ragihandina YPJ’ê dimenên despêkê yên şev weşand.
Hêzên QSD’ê 9’ê Sibatê li Baxozê dest bi operasyona rizgarkirina sivîlan kiribûn.
Ji wê rojê û heta niha bi hezaran sivîl rizgarkirin û DAŞÎ’yên ku xwestin xwe radest bikin jî hatin derxistin.
Duh têkildarî operasyonê ji Fermandarên QSD’ê Ednan Efrîn agahî da ajansa Firatê û gotibû;
“Li Boxazê sivîl û çeteyên DAÎŞ’ê û malbatên wan ên xwestin xwe radest bikin hatin derxistin.
Her wiha bi hezaran sivîl hatin rizgarkirin.
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî jî beriya 2 rojan ragihandibû ewê di nava hefteyekê de mizgîniya qedandina DAIŞ’ê bidin.