QSD’Ê OPARASYONA RIZGARKIRINA BAXOZÊ DA DESTPÊ KIRIN

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê vê êvarê qonaxa dawî ya têkbirina DAIŞ’ê ya rizgarkirina deverên mayîn ji Baxozê da destpêkirin.

QSD’ê ji ber hebûna sivîlan ku çeteyên DAIŞ’ê ew weke mertalên zindî bi kar tanîn qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê bi awayekî demkî sekinandibû.

Li ser vê yekê tîmên taybet ên QSD’ê bi çalakiyan derbasî gundê Baxozê bûn û zêdeyî 5 hezar sivîl di nav de malbatên çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.

Her wiha hejmarek mezin a çeteyên DAIŞ’ê xwe radest kirin.

Tîmên taybet ên QSD’ê îro beşê dawî yê sivîlan ku li Baxozê asê mabû, rizgar kirin û birin cihên biewle.

Piştî wê QSD’ê di saet 18:00’an de operasyona dawî ya tinekirina DAIŞ’ê li Baxozê ragihand.

Li ser vê mijarê jî, ji fermandarên Pêngava Bagera Cizîrê Ednan Efrîn axivî û ragihand ku ew ê di demeke nêz de mizgîniya serkeftina mezin bidin.

Nûçegihanê me ji çeperên pêş ên pêngavê ragihand ku şerekî dijwar di navbera Şervanên QSD’ê û çeteyan DAIŞ’ê didome.

Leave a Reply

Back to top button