Bajarokê Arîme yê Babê hat topbarankirin, Sivîlek birîndar bû

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê nuqteyên hêzên rejîma Sûriyê û hêzên Rûsyayê yên li bajarokê Arîme yê Babê kirin hedef.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bajarokê Arîme û gundên wê yên rojhilatê gundewarê bajarê Babê bi top û moşekan topbaran kirin.

Çavkaniyan diyar kirin ku di encama topbaranê de şêniyê bi navê Cemal Elxelûf Elhemdo (35) birîndar bûn.

Şêniyên herêmê jî birîndar rakirin nexweşxaneyek bajarê Minbicê.

Her wiha topbaran gihaşt nuqteyên hêzên rejîma Sûriyê ku li rex Hêzên Meclisa Leşkerî ya Babê.

Hinek top jî li nêzî rêya navneteweyî ya Minbic bi Babê ve girê dide, ketin.

Li herêma mijara gotinê nuqteya hêzên Rûsya jî hene.

Li aliyekî din îro artêşa Tirk a dagirker gundê Hirbel ê herêma Şehbayê jî bi dijwarî topbaran kir.

Back to top button