Dewleta Tirk a qirker Piştî gefên Erdogan êriş û topbarana li ser Eyn Îsayê zêdetir kirine.
Artêşa qirker careke din gûndewarê Eyn Îsa topbaran kir.
Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê beriya çend saetan gundê Dibis û rêya M4 ên Eyn Îsayê topbaran kirin.
Hate ragihandin ji ber topbaranê zirar gîhîştiye erd û zeviyên gûndê navborî.
Artêşa qirker doh jî gûndewarê Zirganê topbaran kiribû.