Desteya Jinan rêziknameya Navenda Parastina Jinên ku rastî tundiyê tên erê kir

Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di civîna xwe ya mehane de rêziknameya Navenada Parastina Jinên ku rastî tundiyê tên erê kir.

Koordînasyonên Jinan civîna xwe ya mehane li navenda Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li Reqayê li dar xist.

Ji bilî nûnerên herêma Efrînê, nûnerên tevahî deste û komîteyên jinan ên 6 herêmên Rêveberiya Xweser di civînê de amade bûn.

Desteya Jinan rêziknameya Navenda Parastina Jinên Ku Rastî Tundiyê Tên erê kir.

Ji bo parastina jinên ku di malbat û civakê de rastî tundiya bedenî, derûnî, tenduristî û cinsî tên wê navend were vekirin..

Rêzikname ji 12 madeyan pêk tê û bi dengê tevahî beşdarên civînê hat erêkirin.

Back to top button