Artêşa Tirk agir bi zeviyên gundên Girê Spî û Til Temirê xist

Dewleta Tirk a dagirker careke din ji çavnebariyê dest bi şewtandina zeviyên li herêmê kiriye.Vê carê artêşa Tirk agir bi zeviyên gundên Serzorî û Faris ên Girê Spî û gundên Rîhaniyê û Feyseliyê yên Til Temirê xist. Ji ber hedefgirtina leşkerên Tirk a şêniyan, ti kesî nekarî nêzîk bibe û şewatê vemrîne. Li aliyekî din jî îro agir bi zeviyên Minbicê ket û 2 hektar şewitîn.

Dewleta Tirk a dagirker careke din agir berda zeviyên şêniyan.

Artêşa dewleta dagirker îro zeviyê gundên Serzorî, Faris û Kefîfa ên gundewarên Girê Spî şewitandin.

Şênî hewl dan agir vemirînin lê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî şêniyan kirin.

Ji ber vê yekê şênî di nava bêçaretiyê de, tenê li şewata zeviyên xwe temaşe kirin.

Li Til Temirê jî dewleta Tirk mewsima çandiniyê ya cotkarên dişewitîne.

Zeviyên ku dewleta Tirk şewitandin yên gundên Rîhaniyê û Feyseliyê yên Til Temirê ne.

12’ê mehê jî artêşa dewleta tirk li gundê Milaq ê rojavayê navçeya Eyn Îsayê xanî û zeviyên çandiniyê yên şêniyan dan ber agir.

Di heman rojê de, leşkerên dewleta Tirk, agir bi zeviyên ceh û genim ên şêniyên gundên Seyda yên heman herêmê jî xistin.

Di encamê de 2 hektar zevî hatin şewitandin

Li aliyekî din jî îro danê nîvro agir bi zeviya çandiniyê ya ceh a li gundê Usceliya Mezin ê li rojavayê bajarê Minbicê ket.

Tîmên agirkujê berê xwe dan cihê şewatê û agir kontrol kirin.

Di encama şewata li gund de 2 hektar zevî hatin şewitandin.

Sedema wê şewatê jî nehat zanîn.

Beriya demekê jî careke din artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê agir berdabûn zeviyên li rojavayê Minbicê.

Back to top button