Serlêdana ji bo girtiyê nexweş Sabrî Kaya hat redkirin

Li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê tevî metirsiya heyî, amadekariyên asayîbûnê tên kirin. 

Rewşa girtiyên nexweş di dema heyî de metirsîdar e.

Dadgeha Qanûna Bingehîn serlêdana ji bo girtiyê nexweş Sabrî Kaya red kir û anî ziman “Rêveberiya girtîgehê wî dibe nexweşxaneyê û tê dermankirin” .

Sabrî Kaya ku di Girtîgeha Jimare 2 a Tîpa T a Osmaniyeyê de ye, ji ber ku nexweş e tim û tim wî radikin nexweşxaneyê.

“118 karker bi vîrûsê ketine”

Sendîkaya Karkerên Tekstîlê ya Şoreşger, ragihand ku li Dîlokê li 49 kargehan 118 karker bi vîrûsê ketine û got:

“Tenduristiya karkeran di heman demê de tenduristiya civakê ye.

Tavilê divê kargehan bixin bin çavdêriyê û destûra alikariyê ji bo wan bê dayîn.”

Li aliyê din Endamê Odeya Bijîşkên Îzmîrê Dr. Yildirim Can, ku bi vîrûsê ketibû, jiyana xwe ji dest da.

“Hîn derman nehatiye dîtin, ji bo asayîkirina rewşê zû ye”

Xeteriya vîrsûê hîna dewam dike, lê tevî vê yekê jî li Tirkiyê rayedar amadekariyên asayîbûnê dikin.

Serokê Odeya Tabîban a Wanê Ozgur Deniz Deger, têkildarî rewşa vîrûsa corona diyar kir ku ji niha de hewldanên “asayîbûnê” pir zû ye û wiha got:

“Heta derman û derzî neyên dîtin mirov nikare qala asayîbûnê bike. “

Back to top button