Endama Rêveberiya Meclîsa Leşkerî ya Herêma Firatê: Jinên ku pêşengiyê dikin dibin hedefa êrişên dewleta Tirk

Endama Rêveberiya Meclîsa Leşkerî ya Herêma Firatê Çekjîn Fîras li ser êrişên dewleta Tirk axivî û diyar kir ku dewleta Tirk nikare bi van êrişan hêz û têkoşîna jinan bişkîne.

Dewleta Tirk êrişên xwe li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine.

Endama Rêveberiya Meclîsa Leşkerî ya Herêma Firatê Çekjîn Fîras li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyê axivî.

Çekjîn Fîran anî ziman ku dewleta Tirk li herêmên Parastinê yên Medyayê têk diçe, ji ber vê êrişî herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê dike.

Çekjîn Fîras da zanîn ku jinan xwe di her milê de xwe birêxistin kiriye. Ji ber vê yekê jî jinên ku pêşengiyê dikin her tim hatiye hedefgirtin.

Çekjîn Fîras: Divê jin dakevin qadan û helwestên xwe nîşan bidin

Çekjîn Fîras diyar kir ku ew ê ti carî rê nedin dewleta Tirk axa ku bi xwîna Şehîdan hatiye rizgarkirina dagir bike.

Endama Rêveberiya Meclîsa Leşkerî ya Herêma Firatê Çekjîn Fîras di dawiyê de da zanîn ku divê jin dakevin qadan û helwestên xwe bidin diyarkirin ku bila hemû kes bizane hêza wan ne hêzeke biçûk e.

Back to top button