“Jin, Jiyan Azadî”

Li Îran û rojhilatê Kurdistanê agirê serhildanê ji her demê gurti bûye.
Li Rojhilatê Kurdistanê ji ber êrişa hêzên rejîmê 3 xwepêşandêr hatin kuştin.
Lê vê terora rejîmê jî nekarî kolanên bajar yên ku jin pêşnengtiya wê dikin ji xwepêşandêran vale bikin.

Agirê serhildanê li vir geş dibe.

Serhildana bi pêşengtiya jinan li nava Îran û Rojhilatê Kurdistanê bû Jîna Emînî despêkirî belav dibe.

Tevî ku li bajar kirine leşkergeh û li her cihî belav kirine, xwepêşandan dewam dikin.

Li Sine û Kirmaşan 3 kes hatin kuştin

Şevê din jî li Sine û Kirmaşanê ji aliyê hêzên Îranê ve 3 kes hatin kuştin.

Li Rojhilatê Kurdistanê duh di roja 26’an de li bajarên Bokan, Sine, Seqiz, Mehabat, Kirmaşan, Bane, Merîwan, Kamîran, Îlam û çend navendên din xwepêşandan pêk hatin.

Tevî ku hêzek leşkerî ya zêde li bajarên Rojhilatê Kurdistanê hatine bicihkirin û rasterast xwepêşanderan gulebaran dikin, jî nekarîne dengê xwepêşandêran qut bikin.

Li gorî agahiyan, di xwepêşandanên duh de, li Kirmanê 2 kes û li Sine kesek ji aliyê hêzên Îranê ve hatin kuştin.

Li Merîwanê jî ciwanek bi guleya çifteyê birîndar bû.

Li paytexta Îranê Tehranê duh jî xwepêşandan hebû.

Parêzerên Tehranê bi dirûşmeya, “Jin, Jiyan, Azadî” daketin qadan.

Polîsên Îranê bi gaza îsotê êrişî parêzeran kir.

Li kolana Weliyeser a Tehranê hêzên Îranê rasterast gule li xwepêşanderan barand.

Li bajarê Gewherdeşt, Kerec, Reşt, Esfehan, Bender Ebas, Mîraban, Hemedan û çend navendên din xwepêşadan û nerazîbûn hebûn.

Li gorî daneyên Rêxistina Mafê Mirovan ya Îranê heta doh 23 ji wan zarok herî kêm 201 kes ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin.

Ber wiha bi sedan kes birîndar û hezaran jî hatine binçavkirin.

Back to top button