Mertalê parastina esmanî ya Ewropa

Bi şerê li Ukrayna re, welatên Ewropa metirsiya li ser xwe hîn baştir dibînin.
Ji bo vê yekê ketine pey xurtkirina parastinê.
Almanya jî di nav de, 14 welatên endamên NATO û Fînlandiya, ji bo xurtkirina parastina asmanî ya Ewropa, projeyeke hevpar a bi navê Înîsiyatîfa Mertalê Esmanî ya Ewropayê dan destpêkirin.

Bi armanca zêdekirina kapasîteya parastina hewayî ya Ewropayê, 15 welatan dest bi pêkanîna projeya hevpar a bi navê Înîsiyatîfa Mertalê Esmanî ya Ewropayê kirin.

Di civîna NATOyê ya li paytexta Belçîka Brukselê de ji bo projeya ku tê pêşbînîkirin bi kordînasyona Almanyayê peydakirina pergalên parastina asmanî yên wek Patriot û Tîra 3 tê pêşbînîkirin.

Di civîna NATOyê ya li Brukselê peyman da hat îmzekirin.

Di merasîma li baregeha NATO’yê de, nameya niyeta têkildarî înîsiyatîfê, li ser navê Almanyayê ji aliyê Wezîra Parastinê Christine Lambrecht كريستينه لامبريشت ve hat îmzekirin.

Lambrecht diyar kir ku di parastina asmanî ya Ewropayê de “valahî” hene û got,

Hem ji aliyê aborî û hem jî ji aliyê ewlehiyê ve ji bo hemû beşdarên projeya ku dest pê kirine rewşeke “qezenc-qezenc ê” heye.

Tevî Almanya, Îngilîstan, Hollanda, Belçîka, Norwêc, Macarîstan, Çekya, Fînlandiya, Bulgarîstan, Romanya, Slovenya, Slovakya, Lîtvanya, Letonya û Estonya jî tevlî pêngavê bûn.

Serokwezîrê Alman Olaf Scholz di dawiya meha Tebaxê de plansaziyên înîsiyatîfê bi raya giştî re parve kiribû.

Scholz ev yek wek “destkeftineke ewlehiyê ji bo tevahiya Ewropayê” bi nav kir û got;

Sîstema parastina asmanî ya hevbeş wê ji sîstema her welatek bi xwe ya xwe ava bike baştir be.

Proje ji bo girtina binpêkirinên parastina esmanî yên li Ewropayê tê armanckirin.

Pisporên ewlehiyê diyar dikin ku di warê parastina li hember çekên wek firokeyên bêmirov û mûşekên krûzê û herwiha mûşekên balîstîk li Ewropayê de kêmanî hene.

Di paşperdeya projeya hevbeş a parastina esmanî de, êrişa Rûsyayê bo ser Ukraynayê heye.

NATO diyar dike ku şerê Ukraynayê xetereya ewlehiyê ya li Ewropayê bi temamî guhertiye û ji ber vê yekê divê parastina hewayî bê zêdekirin.

Berê, ji bo Ewropa gefa mezin hatina moşekan ya ji Îranê bû.

Back to top button