Ehmed El-Yûsif: Li pey fitneyê nekevin, armanc jê têkbirina ewlehiyê ye

Li dijî hewldanên Fitneyê, rewşenbîr û meclisa jinan ên Minbicê gel hişiyar kirin ku li pey fitneyê nekevin, ji ber mebest jê têkbirina ewlehiyê ye.
Aliyan destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser li dijî van planan, hewl dide hevgirtina pêkhateyên herêmê xurttir bike
.

Hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker bi hewldanên fitneyê, dixwazin aramî û ewlehiya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin.

Lê her roj armancên van aliyan ji aliyê gelên herêmê ve bi bin dikevin.

Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîran a Minbicê û gundewarên wê Ehmed El-Yûsif li dijî van hewldanan hişiyarî kir û got:

“Divê gelê herêmê li hember planên derve hişiyar bin. Ev hewldan bi armanca derxistina fitneyê di navbera êl, pêkhate û beşên civakê de tên kirin.

Lê Rêveberiya Xweser di vê derbarê de gavên baş avêtin û di vê çarçoveyê de gelek panel li dar xistin”.

El- Yûsiv teqez kir ku Rêveberiya Xweser hewl dide hevgirtina pêkhateyên herêmê xurttir bike.

Rîm Derwîş: Tirkiyê dixwaze cudahî û kînê bixe navbera gelên herêmê

Endama rêveberiya Meclisa Jinan Rîm Derwîş jî dibêje:

“Gelên Sûrî ji berê ve bi hemû pêkhate û beşên xwe, bi hev re dijî.

Sîstemên desthilatdar her tim hewl dan wan pêkhateyan ji hev bixin û cuda bikin.

Dewleta Tirk a dagirker jî dixwaze cudahiyê bixe navbera pêkhateyan û kînê di nava wan de biçîne.”

Rîm Derwîş destnîşan kir ku ew îro li ser bingehê biratiya gelan di nava herêmên Rêveberiya Xweser de dijîn.

Rîm diyar kir ku Rêveberiya Xweser ji bo vegerandina jiyana hevbeş a pêkhateyan û belavkirina aramî û hezkirinê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têdikoşe.

Back to top button