Fîraz Dag..Şehîdê belgekirina rastiyê!

Ji ber dewleta Tirk a faşîst beriya 30 salî ew û malbata xwe ji Bakurê Kurdistanê koçî Ewropayê kir.. Ji ber heman dewleta faşîst û dagirker, 2017an berê xwe da Rojavayê Kurdistanê û tevlî refên YPG bû.

Fîraz Dag… kî ye û çawa bû stêrkek li asmanê welatê xwe??

“Divê em Fîlmên Kurdî, nîşanî Kurdan û ne Kurdan bidin”

Bi vê gotin û armanê, Fîras Dag derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe û dixebite.

Mehmed Aksoy

Bi nasnav Fîraz Dag.

Ew bi eslê xwe ji Bakurê Kurdistanê ye, lê ji ber siyaseta qirkirinê ya Dewleta Tirk ew jî mîna bi hezarana malbatên Kurdan di salên 90’î de koçber dibe.

Jiyana xwe li Ewropayê didomîne û xebatên xwedîderktina li welat û netewa bêyî dudilî dimeşîne.

Fîraz Dag derbasî qada Sînema û ragihandinê dibe..

Piştî dîroka 25 Nîsana 2017’an ku balafirên Dewleta Tirk Çiyayê Qereçoxê bombebaran kirin, Fîras derbasî Rojava dibe..

Wê demê navenda Ragihandina YPG’ê jî tê rûxandin û 3 endamên wê yên pispor Heqaî Bagok, Rêwan Gênco û Şîlan Botan şehîd dibin.

Hizêrana heman salê Fîraz Dag ji bo xebatên ragihandinê qels nebe, ji Ewropayê derbasî Rojava dibe û yekser cihê xwe di nava Ragihandina YPG’ê de digire.

Kêlî bi kêlî dîmenên serketina şervanên YPG, YPJ û QSD’ê bi kamîreya xwe tomar dikirin.

Di wan rojan de, her tim li kolanên Reqayê digeriya û her tişt belge dikir.

Bi gera xwe dixwaze her kes rastiyê bi rêya fîlman li vê herêmê bibîne..

Vî karê xwe heta kêliya dawî didomîne..

Fîraz Dag 26’ê Îlona 2017’an di dema pêngava dîrokî ya rizgarkirina bajarê Reqayê dişopand, di êrîşeke çeteyên DAIŞ’ê de şehîd dibe.

https://youtu.be/H3cx4fbJQKE

Back to top button