Îro hemwext, dewleta Tirk gundên Minbic û Şehbayê bi topan kirin armanc û navenda Til Rifetê jî bomebebaran kir.
Navenda Ragihandina Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand dagirkeran vê sibehê 4 gundên Minbicê topbaran kirin ew jî; Um Edse, Um Cilûd, Seyade û Bak Wêran bûn.
Duh jî di encama êrişên li ser gundê ê Mezret El-Cerad ê Minbicê de ciwanê bi navê Mihemed Xalid El-Mihemed şehîd bû.
Ne tenê li ser Minbicê, îro li ser navenda Til Rifetê jî êrişê hebûn.
Balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker navenda Til Rifetê bombebaran kir.
Li wir baregeheke hêzên hikumeta Şamê bû armanc û di encamê de 2 leşker birîndar bûne.
Ji bilî vê, gundên Bêlûniyê û Eyn Deqnê ên Şehbayê jî vê sibehê rastî êrişan hatin.