Lêkolînerê amerîkî Michael Rubin bang li cîhanê kir ku dewleta Tirk wekî dewleteke ku piştgiriyê dide terorê nas bikin û bikeve lîsteya reş a welatên ku bazirganiya mirovan û binpêkirina azadiya olî dikin.”
Lêkolînerê amerîkî yê Enstîtuya Enterprise ya Amerîkayê (AEI) Michael Rubin dibêje:
“Her kes dizane ku Erdogan bi parastina mirovahiyê eleqedar nabe.
Berovajî, li hincetan digere da ku Bakurê Sûriyê dagir bike, guhertina demgorafîk pêk bîne û misilmanên Ereb li herêmên Kurdan ên resen bi cih bike.
Di encamê de wê rê li ber koçberiyeke din veke û van herêman tev li Tirkiyê bike.”
Michael Rubin Bakurê Qibrisê mînaka vê yekê nîşan da û hişyarî da heger cîhan tevnegere wê niha jî dewleta Tirk dîsa heman tiştî bike.
Lêkolînerî Amerîkî bi bîr xist ku DAIŞ û El-Nusra li herêmên ku Tirkiyê ew dagir kirine di nava ewlehiyê de ne, îstîxbarata Tirk destekê dide wan.