Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd: Gefên Tirkiyê hêzê dide DAIŞ’ê

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd der barê metirsî û têkiliya gefên dewleta Tirk bi jinûve zindîbûna çeteyên DAIŞ’ê ji ajansa Hawarê re nirxandin kir.
Nûrî Mehmûd dibêje:
Gefên dewleta Tirk hêzê dide DAIŞ’ê û ew bi van gefan heta niha li ser piyan e.”
Û piştrast kir heta herêmên dagirkirî ji DAIŞ’ê neyên paqijkirin, wê DAIŞ’ê tune nebe.

“DAIŞ li herêmê bi gefên Tirkiyê hîna li ser piyan e.”

Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel Nûrî Mehmûd wiha metirsiya gef û êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê tîne ziman.

Nûrî Mehmûd der barê xeteriya DAIŞ’ê û girêdana gefên dewleta Tirk bi jinûve zindîbûna DAIŞ’ê li herêmê ji ajansa Hawarê re nirxandin kir.

Nûrî Mehmûd dibêje her ku dewleta Tirk gefeke nû li dijî herêmê dixwe, DAIŞ jî xwe bêtir zindî dike.

Nûrî Mehmûd: DAIŞ ji herêmên dagirkirî derbasî herêmên me dibe

Nûrî Mehmûd diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê xwe li herêmên dagirkirî ji nû ve birêxistin dikin û derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî dibin.

Nûrî Mehmûd: Ji bo dawî li DAIŞ’ê were anîn divê herêmên dagirkirî ji wan bên paqijkirin

Berdevkê YPG’ê anî ziman ku DAIŞ’ê hîna bi dawî nebûye û ji bo bi dawî bibe jî pêwîst e herêmên dagirkirî ji van çeteyan bên paqijkirin.

Nûrî Mehmûd: Divê dadgehên navneteweyî bên avakirin

Dawiya nirxandina xwe Nûrî Mehmûd da zanîn hebûna malbatên DAIŞ’ê li Holê mîna bombeyekê li ber teqandinê ye û banga avakirina dadgeheke navneteweyî kir.

Back to top button