Welatiyên Soran: Her hêzek hevkariya dijmin bike wê bi xwe bibe qurban

Welatiyên navçeya Soran a Başûrê Kurdisatanê dibêjin:
“Her aliyek hevkariya dewleta Tirk bike û siyaseta wê biparêze, wê ew alî bixwe di siberojê de bibe qurban.”

Çalakvanê siyasî Niyaz Balekî anî ziman desthilata Başûrê Kurdistanê ji bo bikare hebûna xwe li ser desthilatê bidomîne, hewara xwe digihînin dijmin û got:

“Yên ku xwe wek dostê Tirkiye dihesibînin, bila bizanin wê di dema pêş de herî zêde ew zererê ji vê dostaniya li gel dijmin bibînin.”

Ciwanê bi navê Cuma Mistefa jî îşaret bi armanca êrişên dewleta Tirk kir û got:

“Armanca Tirkiye ew e ku sinorên xwe berfireh bike.

Her aliyê ku siyaseta dewleta Tirk diparêze, wê di siberojê de bixwe bibe qurban. ”

Back to top button