Bi deh hezaran kes beşdarî kongreya mezin a HDP’ê bûn

Bi slogana “Çareserî em in, Soza me heye” Partiya Gelan a Demokratîk-HDP’ê kongreya xwe ya 5’an lidar dixe. Bi dehhezaran kes ji bo beşdarî kongrê bibin, berê sibê li paytexta Tirkiyê Enqereyê amade bûn.
Beşdarên kongrê peyam dan ew ê ti zext û zordarî li hemberî hêza HDP’ê nebe asteng.

Di her fersendê de îdîa kirin ku êdî hêza wê ya komkirina çend kesan jî nemaye.

Lê dîmenên îro ji paytexta Tirkiyê Enqerê hatin belavkirin, nîşan da ku ti êriş wê li hemberî îrade û hêza gelan nebe asteng.

Bi durûşmeya “Çaresî em in, Soza me heye” Kongreya Asayî ya 5’an a HDP’ê nîşaneya vê yekê bû.

Lewma ji doh ve, bi de hezaran kes ji bajarê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, ji bi beşdarî kongrê bibin ketin ser rê.

Ji her devera salona kongrê dengê “serkeftina a me ye” bilind bû.

Li gel hezar û 50 delegeyan, bi deh hezaran kes weke mêvan beşdar bûn.

Ji ber ku cih li salonê nema, hejmareke zêde a girseyî li derve kom bû û dilsoziya xwe a ji bo HDP’ê nîşan da.

Li gel nûnerên partî û rêxistinên civaka Tirkiyê, rêveberên Tifaqa Kurdistanî û partiyên Kurd jî amade bûn.

Wekî din ji Katalanyayê bigrin heta Skandînavya, welatên Ewrûpa, Cezayîr, Mexrib, Tûnis, Libnan, Filîstin, Urdûn û Welatên Afrîkayê, bi dehan siyasetvan beşdarî Kongreya HDPê bûn.

Ji Başûrê Kurdistanê jî nûnerên Hizbî Zehmetkêşan, Partiya Komunîst, Bizûtneweyê Rizgarî û Demokratî Kurdistan, Yekitiya Parlamenterên Kurdistan û Yekitiya Neteweyî Demokrat a Kurdistan beşdar bûn.

Cîgirê Serokê Koma HDP’ê Sarohan Oluç axaftina pêşî kir û got;

Ev kombûna me careke din rastî nîşan dost û dijminan da. Gelê Kud û azadîxwazên li Tirkiyê eşkere dibêjin, em hene û wê têkoşîna me biserkeve.

Bi hêza 8’ê Adar û Newrozê em kom bûne û bi biryar dibêjin,

Em ê li dijî tecrîda Îmraliyê rabin. Ji ber ku em gel in û mafdar in, wê serkeftin para me be.

Back to top button