Li taxa Şêxmeqsûd avahiyek 5 qat bi ser niştecihên wê ket. Di encama xebatên lêgerînê 18 kes ji bin kavilan hatin derxistin ji wan 16 kes jiyana xwe ji dest dan û 2 jî birîndar bûn. Bi deh hezaran şêniyên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û taxên din ên Helebê 16 qurbaniyên avahiya hilweşiyayî ya li Şêxmeqsûd oxir kirin.
Duh, li taxa Şêxmeqûs ya Helebê avahiyek ji 5 qatan bi ser niştexihan de hilweşiya.
Di avahiyê de 7 malbat hebûn.
Tîmên rizgarkirin ê û niştecihên li taxê dest bi lêgerînê kirin.
Di encama xebat û lêgerîna nêzikî 30 seatî ji aliyê tîmên rizgarkirinê û şêniyan ve, 18 kes ji bin kavilan hatin derxistin.
Ji wan 16 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 jî birîndar bûn.
Pitşî ku peywendî bi malbatên qurbaniyan hate kirin, hate diyar kirin ku hemû kesê di avahiyê de hatine derxistin.
Navê qurbaniyan hatin eşkerekirin
Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi daxuyaniyekê navê qurbaniyên avahiya hilweşiyayî eşkere kir.
Li gorî daxuyaniya meclisê navê kesên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
- Waêl Ehmed Rîhanî (37)
Îvana Waêl Rîhanî (20 rojî) - Zerîfe Îbo (33)
Cengîz Îbo (14)
Resûl Îbo (46),
Avliyan Îbo - Gulnaz Kado (33)
Zeyneb Osman (42)
Dua Hesen Silêman (29)
Ridwan Sebrî Mihemed (57) - Hemîde Cearûr (7)
Cemal Cearûr (10)
Yusif Cearûr (2 sal û nîv)
Wîsal Seîd Cearûr (70)
Meysa Cearûr (20)
Û Sibhî Cearûr
Navên birîndaran jî wiha ne: Cemal Cearûr (60) û Mistefa Îbo (17).
16 Qurbanî li Şêxmeqsûd hatin oxirkirin
Bi dehhezaran şêniyên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û taxên din ên bajarê Helebê ji bo oxirkirina qurbaniyan li pêş Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir îro kom bûn.
Girseya Gel cenazeyên qurbaniyan ji Nexweşanê wergirtin û ber bi goristana gundê Pino yê bakurê Şêxmeqsûd ve birin.
Piştî pêkanîna resmên Olî li ser cenazeyan, ew hatin spartin.