Şaneya Aloziyê ya herêma Cizîrê biryarên nû standin

Şaneya Aloziyê ya herêma Cizîrê derbarê qedexeya derketina derve de ji bo hêsankirina xebatên çandinî û tenduristî biryarên nû dan.

Şaneya Aloziyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî xeteriya belavbûna vîrûsa Coronayê zêdetir bûye.

Nemaze piştî ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî ragihand ku li nexweşxaneya Wetenî ya bajarê Qamişlo kesek bi vîrûsa Coronayê miriye.

Li gorî daxuyaniyê biryarên ku şaneyê girtine ev in:

-Dikanên pêşeyî ku di nava qedexeyê de cih nagirin ji bo tamîkirin û amadekirina patozan, ji saetên sibeha heta êvarî dikarin werin vekirin.

-Buroyên pevguherîna pereyan rojên în û şemiyê dikarin bêne vekirin.

-Ji aliyê Yekitiya Bijîşkan û Desteya Tenduristiyê ve nobeta vekirina taqîgeh û navedên Teswîr Eşia têne birêxistinkirin.

Şaneya di dawiya daxuyaniyê xwe de bang li şêniyan kir ku li gorî biryaran tev bigerin û tekez kir ku kesên li gorî wan tev negerin dê werin cezakirin.

Back to top button