Corona..Li Tirkiyeyê 121 kesên din mirin

Li gorî rayedarên Tirk di 24 saetên dawîn de li Tirkiyeyê 121 kesên din ji ber vîrûsa Coronayê mirin.

Li gorî rayedarên Tirk ji ber vîrûsa Coronayê  di 24 saetên dawîn de li Tirkiyeyê  3 hezar û 783 kes bi vîrûsê ketine û 121 kes jî mirine.

Heya niha li Tirkiyeyê zêdeyî 82 hezar kesî bi vîrûsê ketine, ji wan hezar û 890 kes mirine û 10 hezar û 453 kes jî baş bûne.

Wezareta Hundir ya Tirkiyê jî, ketin û derketina li 31 bajaran ji bo 15 rojan dirêj kir.

Back to top button