MSD’ê li Şehbayê panelek li dar xist

Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê îro bi dirûşmeya “Efrîna berxwedêr xwe-ragir e, Efrîn dê bimîne û dagirker dê biçin” di salvegera 3’emîn a destpêkirina êrişên li dijî Efrînê, panelek li dar xist.

Di çarçoveya rêze-panelên ku MSD’ê li Bakur û Rojhilata Sûriyê û Helebê daniye, îro li Şehbayê derbarê siyaseta dagirkeriya Tirk li Sûriyê û tevahiya Rojhilata Navîn û sûcên wê li Efrînê panelek li dar xist.

Endamên meclisa eşîrên herêma Efrîn, rêxistinên mafên mirovan, oldar, endamên yekitî û saziyên li kantona Şehbayê beşdarî panele bûn.

Serokê Desteya Rêveber a Meclisa Sûriyê Demokratîk MSD’ê Îlham Ehmed, Hevserokê Desteya Rêveber a Herêma Efrîn Bekir Elo, Endamê Meclisa Eşîrên Efrîn û Şehbayê Ibrahîm panel bi rêve birin..

Piştî rêzgirtinê, Serokê Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed derbarê siyaseta ku dewleta Tirk û çeteyên li herêmên dimeşîne axivî û weha got:

Armanca dewleta Tirk berfirekirina dagirkeriyê ye, bi navê dîn hewl dide ku her cihî dargir bike. Hemû kiryar jî dûrî ola Islamî ne.

Ne tenê li sûriyê, her weha Li Lîbay û di navbera Ezrebeyîcan û Ermenistanê de aloziyê kur dike û hewl dide serweriya xwe li wir pêk bîne.

Li başûrê kurdistanê jî bi hinceta hebûna PKK’ê êrîşan pêk tîne û dixwaze dagirkeriya xwe fereh bike.

Dewleta Tirk bi dagirkirina xwe li her cihî dixweze serdema osmanî vegerîne.

Dawiyê piştî nîqaşan panel bi daxuyaniyê bi dawî bû.

Di daxuyaniyê de banga bidawîkirina kiryar û sûcan li gorî zagonîn navnetewî hat kirin, her weha destekdayîna gelê Efrînê û vegera li ser axa wan hat kirin.

Back to top button