Li Hesekê li dijî qetilkirina jinan kon hat vedan

Bi armanca şermezarkirina kuştina Hevseroka Meclisa Til Şayîr Seda Feysel El-Hermas û Cîgera wê Hind Letîf El-Xidêr, Meclisa Kantona Hesekê kon veda. Şêniyên bajarê Reqa,Tebqa û Girkê-Legê jî daketin qadan. Meclisa Jin a Azad a Şehbayê jî bi daxuyaniyekê êrîşa li ser her du jinan şermezar kirin.

23’yê Çileya vê salê Hevseroka Meclisa Til Şayîrê Seda Feysel El-Hermas û Cîgera wê Hind Letîf El-Xidêr, ji aliyê şaneyên veşartî yê DAIŞ’ê ve hatin revandin û kuştin.

Bi armanca şermezarkirina vê kirinê, bi pêşengtiya Meclisa Kantona Hesekê, li qada Ş.Asro ya li taxa Nasrayê, konê çalakiyê hate vedan.

Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê, Hêzên Parastina Civakî, Asayîşa navçeya Til Temir û Zirganê, Meclisa Hol û Şedadê, Kongra Star a Hesekê, Til Temir û Şedadê, her wiha gelek sazî û rêxistinên din serdana kon kirin.

Hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Semer Ebd-El Ilah armanckirina jinan şermezar kir û bang li tevahî jinan kir ku serî netewînin û têbikoşin.

Rêveberê Meclisa Navçeya Bakur a bajarê Hesekê Ehmed Qasim jî got:

Êrîşên ku li dijî jinan pêk tên, ne nû ye û em wê bi tundî şermezar dikin.

Endama Komîteya Perwerdê ya Kongra Star a navçeya Til Temirê Sena Xerîb jî teqez kir ku wê dîrok wan her du jinan ji bîr neke û em ê meşa wan dewam bikin.

Çalakî heta vê kêliyê jî dewam dike.

Back to top button