Çalakiya greva birçîbûnê di roja 37’an de didome

Ji siyasetmedarên dîlgirtî yên Kurd Sabahat Tuncel jî di nav de niha li 106 girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê dîlgirtiyên siyasî yên doza PKK’ê PAJK’ê e 37 rojin di greva birçîbûnê de ne.
Bavê siyasetmedar kurd Sabahat Tuncel, Fahretîn Tuncel berxwedan zîndanan silav kir û bang li raya giştî ya kurdan û dostên wan kir ku li dijî tecrîdê xwedî li berxwedan zîndana derkevin û bi erka xwe rabin.

Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” dane destpêkirin di roja 37’an de didome.

Nobeta Edaletê ya ji bo piştgiriya berxwedana zindana li bajarê Wan, Amed, Edene, Mersîn, Îzmîr û Stenbolê jî di pêşengtiya malbatên girtiyan de didome.

Ji siyasetmedarên dîlgirtî yên Kurd Sabahat Tuncel jî, ji bo piştgiriya çalakiya girtiyan di 27’ê kanûnê de tevî Mukkades Kabak û Melek Kartal dest bi greva birçîbûnê kirin.

Sabahat Tuncel beriya destpêkirina greva birçîbûnê banga piştgiriyê kiribû.

Bavê Sabahat Tuncel Fahretîn Tuncel: Divê em bibin dengê zindanan

Bavê Sabahat Tuncel Fahrettin Tuncel têkildarî greva birçîbûnê ji ajansa Mezopotamayê re axivî û banga piştgiriya ji bo çalakiya girtiyan kir.

Fahrettîn Tuncel tecrîdê weke sûcên mirovahî pênasekir û got:

“Di şexsê birêz Ocalan de li dijî hemû civakê pergaleke tecîrdê tê meşandin, mirovek ev 3 sala nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bike, ev sûcekî mirovî ye.

Fahretîn Tuncel divê herkes vê bizanibe pirsgirêka kurd heye û muxatabê vê jî Birêz Abdullah Ocalan e, ger hevdîtin jê re bê kirin wê pêşiya mirinan bê girtin, lê tecrîd pêşiya çareseriyê asteng e.

Fahretîn Tuncel herî dawî bang li raya giştî ya kurdan û dostên wan kir ku li dijî tecrîdê xwedî li berxwedan zîndana derkevin û bi erka xwe rabin.

“Daxwaza me azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e”

Yek ji çalakgerên Nobeta Edeletê ya Stenbolê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hat destpêkirin Fatma Yilmaz e.

Çalakgera Nobeda Edeletê Fatma Yilmaz ku jiyana xwe bi biryarek mezin a têkoşînê hûnandiye wiha got:

“Ez ê heta dawiya jiyana xwe di têkoşînê de cih bigirim. Ez ê heta dawî têbikoşim. Daxwaza me zelal e. Em dixwazin demildest ji Abdullah Ocalan agahiyê bigirin. Em azadiya fîzîkî ya Ocalan dixwazin. Em ê dest ji daxwaza xwe ya aştiyê bernedin.”

Çalakiya greva birçîbûnê a girtiyan di roja 36. de ye

Back to top button