Çalakiya greva birçîbûnê a girtiyan di roja 36. de ye

Çalakiya greva birçîbûnê a bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” di roja 36’an de ye.
Bi heman awayî çalakiyên malbatên girtiyan ên li Amed, Wan, Edene, Mêrsîn û Stenbolê jî dewame.
Çalakgeran diyar kirin ku divê sala 2024’an bibe sala aştî, azadî û yekitiyê.

Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 36 rojin di greva birçîbûnê de ne.

Greva bi armanca “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” dest pê kirî bi berxwedaniyeke mezin didome.

Girtiyên di grevê de bi peyamên xwe îsrara xwe ya di serketinê de tînin ziman.

 Çalakiyên noberên edaletê bi îsrar dewame

Her wiha çalakiyên Nobetên Edaletê yên bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo û piştgiriya bi girtîyan re destpê kirine dewam dikin.

Yek ji devera çalakiyê paytexta Kurdistanê Amede.

Amed-divê 2024 bibe sala azadiyê

Li wir gelek malbatên girtiyan bi xwekirina pêşmalkên ku li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî tev li nobetê bûn.

Yek ji malbata girtiyan Dîlek Baykan diyar kir ku ew ji bo hemû girtiyan edaletê dixwazin û wiha got:

“Em dixwazin di sala nû de edalet û hiqûq were pêkanîn. Zarokê min ji roja hatiye girtin ve di bin tecrîdê de ye.
Bila ev tecrîd rabe.”

Aklîme Hanasê jî sala nû li malbatên girtiyan pîroz kir û bang li gelê Kurd kir ku tevlî çalaliyê bibin û sala 2024’an bikin sala aştî, azadî û yekitiyê.

Wan – Mifteya çareseriyê birêz Abdullah Ocalan e

Li Wanê jî ji DEM Partiyê gelek kesan serdana çalakvanan kir.

Yek ji malbata girtiyan Eynê Atabay, xwest ku sala nû bibe wesileya aştî, xwişk û biratiyê û got:

“Herkes jî dizane yê aştiyê bîne birêz Abdullah Ocalan e.”

Edene, Mersîn-Divê tecrîd raber birêz Ocalan azad bibe

Li Edene û Mêrsînê jî çalakî di roja 29’an de bi coşeke mezin berdewam dike.

Li wir jî çalakvanan xwest ku tecrîd were rakirin û azadiya fizîkî ya Rêber Apo were pêkanîn.

Stenbol-Heta serketina daxwazan wê çalakî dewam be

Çalakiya li Stenbolê jî di roja 20’an de dewam kir.

Li wir Hevseroka MATUHAY-DER’ê Dîlek Demîr axirî û got:

“Heta daxwazên me tên qebûlkirin wê çalakiya me dewam be

Armanca me, îdeolojiya me û daxwazên me diyar in.”

Çalakiya girtiyên siyasî di roja 33’an de ye

Back to top button