Bertekên gelê herêmê li dijî êrişên dagirkeriyê

Çalakiyên xelkê herêmê yên li dijî êrişên dewleta Tirk a qirker dewam dikin.
Pêkhateyên Amûdê, Tirbespiyê, Çilaxa û Girkê Legê gotin: “Ev êriş me lawaz nakin, lê belê me xurtir dikin, em ê destketiyên şehîdên xwe biparêzin.”

Însiyatîfa Gel a navçeya Amûdê li dijî êrişên dagirkeriya Tirkiyê konê çalakiyê veda.

Ji seatên sibehê ve şêniyên navçeyên berê xwe didin bin kon.

Di axaftinên li bin kon hatîn kirin de wiha hat gotin:

“Dewleta Tirk serî li her rêbazî dide da ku me tune bike, lê ew nizane ku em tune nabin.”

Çalakiya kon ya li Tirbespiyê jî di roja 2. û ya dawî de bi dawî bû.

Di roja dawî de bi sedan xelkê Tirbespiyê, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdarî çalakiyê bûn.

Beşdarên çalakiyê gotin:

“Ji bilî berxwedan û têkoşînê tune ye, em ê teqez biserkevin.”

Her wiha çalakiya li Çilaxayê jî bi biryardarî dewam dike.

Xelkên navçeyê dibêjin em ê bi her awayî destketiyên xwe biparêzin û li pişta hêzên xwe bin.

Li navçeya Girkê Legê jî çalakî li dar bû.

Li bin konê çalakiyê wiha hate gotin:

“Di demekê de ku gelê herêmê hemû ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakî lidar dixistin, Tirkiyê ev êriş pêk anîn.

Ji vê yekê em fam dikin ku Tirkiyê naxwaze rewşa rêber Apo zelal bike û pê re jî binesaziya herêmê hilweşîne.

Em ê jî heta dawiyê li ser fikir û felsefeya rêberê xwe têbikoşin û li dijî van êrişên qirker bisekinin.”

Rêxistinên Civaka Sivîl banga rawestandina êrişan kirin

Back to top button