Rêxistinên Civaka Sivîl banga rawestandina êrişan kirin

Rêxistinên Civaka Sivîl ên li Hesekê ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê, nameyek dan.

Rêxistinên civaka sivîl û saziyên ragihandinê, bi peyamekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmê şermezar kirin.

Daxuyanî li taxa Til Hecer a li bajarê Hesekê hat dayîn.

Di daxuyaniyê de banga rawestandina êrişan hate kirin û hate destnîşankirin ku êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi awayekî neyîn bandor li berjewendî û hêviyên her kesî dikin.

Hat diyarkirin armanc ji van êrişan koçberkirina niştecihan, zêdekirina qada dagirkeriyê ye û pêkanîna guhertina demgorafiyê ye.

Hat destnîşankirin dewleta Tirk hewl dide projeya demokratîk têk bibe, tevna civakî ji hev bixe û aloziyên li herêmê biafirîne.

Rêxistinên civaka sivîl aşkerakirin ku dewleta Tirk tevahî qanûnên navneteweyî binpê dike û bang li aliyên çalak, rêxistinên navneteweyî û herêmî kirin ku tedbîrên bilez û yekser bigirin.

Dagirkeriya Tirkiyê derdora Daîreya Avê ya Rojhilatê bajarê Qamişlo bombebaran kir

Back to top button